Şervanên Ereb û Kurd: Ocalan ev derfet bi dest me ve anî

Şervanên YPJ'ê yên Ereb û Kurd ên di nav Bagera Cizîrê de ne gotin, bi nêzîkatiya Ocalan a li jinê ew hatine vê astê.

Ji dema ku YPJ hatî damezirandin û vir ve şervanên jin jî di mijara bikaranina çekên giran de têne perwerdekirin û çekên giran bi kar tînin. Her wiha ji dema ku wesayitên zirxî têne bikaranîn 2014’an û vir ve şervanên YPJ’ê jî van wesayitan bi kar tînin. Şervanên YPJ’ê bi tîmên ji 3 kesan pêk hatî, ku yek ji van ajokar, yek li ser doçkayê û yek alîkar e tevdigerin. Li ser vê mijarê akademiyên taybet ên YPJ’ê hene. Ji 2016-2017’an û vir ve  hijmara tîmên YPJ’ê yên ku van çekên giran û wesayitên zirxî bi kar tînin zêde bûne.

Hema hema li hemû eniyên Dêra Zorê mirov dikare şervanên YPJ’ê yên ku wesayitên zirxî û çekên giran bi kar tînin bibîne. Li ser wesayitan xurt û devlikev in û ev jî bive neve bandorê li mirov dike. Şervanên YPJ’ê mêrên herî kirêt ên dinyayê DAIŞ’ê têk birin, li ser çekên giran û wesayitên zirxî bêhtir xweşik û bi debdebe ne.

Em yek ji van tîman, bi berdevkê Pêngava Bagera Cizîrê Lîlva Evdila nas dikin. Şervana ku alîkara Doçkayayê ye li gel ku em lê rawestiyan jî nexwest ku di ekranê de xuya bike. Em bi şervana Ereb a ku Hummerê bi kar tîne û şervana Kurd a li ser doçkyayê axivîn.

‘JI BER SEDEMA KU RÊBERTÎ NIRX DIDE JINÊ TEVLÎ YPJ’Ê BÛM’

Her du jî dibêjin ew ji ber nêzîkatiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a li jinê hatine vê astê û tevlî YPJ’ê bûne.

Avaşîn Serhat ji Serêkaniyê ye. Şervana Ereb wesayita zirxî bi kar tîne û perwerde dîtiye ku çekên giran bi kar bîne. 2016’an tevlî nav YPJ’e bûye û ev salek e ku Hummerê bi kar tîne. Tevlî pêngava Reqayê bûye û niha jî di Pêngava Bagera Cizîrê de ye. Serhat wiha dibêje:

"YPJ di pêngava Reqa û Dêrazorê de pir serkeftî bû. Pir girîng e ku YPJ weke hêzeke leşkerî ya jinê ava bûye. Vê gelek tişt li me zêde kiriye. Bi taybetî jinên Ereb dema ku tevlî nav YPJ’ê dibin pir li xwe zêde dikin.

Me jinên Ereb gelek zilm û êşkence dît. Berê me azadî nas nedikir. Raman û jiyana eşîrî li ser me serdest bû. Lê îro bi ramanên Rêbertî û YPJ’ê em xwe nas dikin û azad dikin.

‘YPJ JI BO AZADIYA JINAN PIR GIRÎNG E’

Ji bo me jinên Ereb xebatên leşkrî girîng in. Ji bo vê jî hijmara me hê kêm e. Lê piştî ku min dît YPJ ji bo azadiya jinê têdikoşe û şer dike û ji ber nêzîkatiya Rêbertî ya li jinê û nirxdayina wî ez tevlî nav YPJ’ê bûm.

Niha di nav YPJ’ê de ez li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê têdikoşim. Ji DAIŞ’ê re hindik maye. Ji bo me jinan pir girîng e ku em tevlî vê pêngavê bûn û em dawiya DAIŞ’ê tînin. Biya min divê hemû jinên Ereb tevlî nav YPJ’ê bibin û vê siûda azadbûna ji dest nedin."

‘RÊBER APO RÊ LI ME VEKIR, EM WÎ AZAD BIKIN’

Sîlva Kobanê ku 2015’an tevlî nav YPJ’ê bûye doçkoya tîmê bi kar tîne, ev salek e vê çekê bi kar tîne. Sîlva Kobanê wiha dibêje: 

"Berê ji bo me bikaranîna çeka giran pir tiştekî mezin bû lê niha bûye tiştekî sirûştî û parçeyek ji jiyana me. Lê di nav civakê de derfet nebûn ku em teknîkeke wiha bi kar bînin. Niha bi Rêber Apo em vê çekê bi kar tînin. Ji ber  ku bi  ramana xwe rê li ber me vekir. Niha pir xweş e ku em dikarin van çekan bi kar tînin.

Em dixwazin hemû jinan azad bikin, em dixwazin van derfetan bidin hemû jinan û ew jî bajarê xwe azad bikin. Em dixwazin li keda ku Rêber Apo dide xwedî derbikevin. Ji bo vê em dixwazin xwe û gelê xwe azad bikin. Daxwaza me ya herîm ezin ew e ku Rêber Apo azad bibe. Em dixwazin tecrîda li ser Rêbertî rabe."