Şervanên Ereb: Tevî hemû pêkhateyan em parastina Efrînê dikin

Şervanên Ereb ên li nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li çeperên parastinê yên Efrînê de cih digirin gotin, "Bi hemû pêkhateyên herêmê em li dijî êrîş û dagirkeriya artêşa Tirk parastina Efrînê dikin."

Dewleta Tirk ku gefên xwe yên li dijî herêma Efrînê zêde kiriye, her wiha zextê li komên xwe yên çete yên li herêma Ezazê dikin ku êrîşî çeperên QSD'ê bikin.

Çeteyên li vê herêmê bi topan êrîş kirin û şervanên YPG/YPJ û QSD jî di cih de bersivê didin çeteyan.

Şervanên Ereb ên li nava refên QSD'ê de cih digirin û li çeperên parastinê ne gotin, "Li Efrînê Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen, Misilman û Xiristiyan; em hemû yek in û bi hev re parastina Efrînê dikin."