Şervanê YBŞ'ê yê Fransî Baya: YPG her kesî diparêze

Serhat Baya ji Fransayê hat Şengalê û tevlî nava refên YBŞ'ê bû. Niha jî di Pêngava Bagera Cizîrê de li dijî DAÎŞ'ê şer dike. Baya got, YPG bêyî ku cihêkariyê bike herkesî diparêze.

Serhat Baya beriya niha bi 6 mehan ji Fransayê hat, tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bû û dest bi têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê kir. Lê belê qîma xwe tenê bi vê neanî, vegera li welatê xwe taloq kir û tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bû. Baya ku niha li eniya Dêra Zorê şer dike got, "Mirov ji kîjan ol an jî netewe dibe bila bibe, YPG cihêkariyê naxe navbera wan û wan hemûyan diparêze."

Serhat Baya ku xwe weke 'enternasyonalîst' pênase dike, ji ANF'ê re axivî. Serhat Baya diyar kir ku wî li Fransayê tevî komek ji hevalên xwe têkilî bi YBŞ'ê re danî, hate Şengalê û tevlî nava refên YBŞ'ê bû. Baya qala serpêhatiya xwe kir: "Alîkariya ji bo Êzidiyan ji bo min hem gelekî girîng bû hem jî cihê serbilindiyê bû. Ji ber ku wan derbeke mezin ji DAÎŞ'ê xwarin û birîndar bûn. Weke enternasyonalekî, ji bo min gelekî girîng bû ku alîkariyê bidim wan."

JI BER PÊNGAVÊ, VEGERA XWE TALOQ KIR

Serhat Baya qala tevlîbûna xwe ya li Pêngava Bagera Cizîrê jî kir ku ji bo rizgarkirina rojhilatê Dêra Zorê tê meşandin: "Dema li nava YBŞ'ê bûm, hevalên min YBŞ'yî yên li Reqayê şer kirin vegeriyan Şengalê. Wan gelekî bandor li min kirin. Min biryar da ku hinekî din jî li vir bimînim. Min xwest li Rojava bimînim û li Dêra Zor şer bikim. Ji ber ku tevlî pêngava dawî ya li dijî DAÎŞ'ê bûme ez gelekî kêfxweş im. Heta ji destê min tê hewl didim bibim alîkar. Ez gelekî hez ji YPG'ê dikim, ku bêyî cihêkariyê bike her kesî diparêze."

MIROVÊN WÊREK Û BEDEW IN

Serhat Baya destnîşan kir ku weke Xiristiyanekê şerê li dijî DAÎŞ'ê yê ku êşên gelekî giran anî serê Xiristiyan û Êzidiyan, gelekî girîng e û got, "YPG Ereban, kurdan, Tirkmenan, mirovên ji her ol û neteweyan ji zilma DAÎŞ'ê diparêze. Wekî din, mafên jinan diparêze. Min mirovên wêrek û bedew li vê derê nas kir. Ez gelekî kêfxweş im ku li vir tevî Kurdan şer dikim û ya ji destê min tê dikim."