Şervanê QSD’ê yê Dêra Zorê şehîd bibû spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Zahîd El-Cemîl ê di operasyona Pêngava Bagera Cizîrê ya li Dêra Zorê de şehîd bibû li Til Hemîsê bi merasîmekê spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şehîd Îbrahîm ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergertin û bi karwanekî wesayîtan ber bi navçeya Til Hemîs ve ketin rê.

Bi gihaştina goristana şehîd Raxib El-Etiyê re, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê û QSD`ê ve hate lidarxistin. Li serr navê Hêzên Erka Xweparastinê fermandar Çiya Dêrîk axivî û hemû şehîdên şoreşa Rojava û Bakûrê Sûriyê bibîr anîn û got:"Em bejna xwe li hember şehîdên xwe ditewînin.Erdogan xwediyê çeteyên DAÎŞ û Cebhet El-Nusra ye, gelek caran hewl da jiyana hevbeş a di nava pêkhateyan de têk bibe."

Fermandar Dêrîk bal kişand ser kesayeta şehîd Cemîl û ev tişt got: "Ez kesê herî nêzî wî bûm, karê bi rêk û pêk bi cih danî. Her tim îsrar dikir ku bi hevalên xwe re cihê xwe di pêngava rizgarkirina Dêra Zor de bigire."

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê jî Mihemed Xilêwî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşman ve spartin axê.