Şervanê QSD'ê Lewend Til Hemîs bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Lewend Til Hemîs (Faris Hamid Sefuk) ku dawiya hefteyê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Lewend Til Hemîs (Faris Hamid Sefuk) ku dawiya hefteyê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo û gundên wê, endamên saziyên sivîl û meclisên navçeyê beşdarî merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Lewend Til Hemîs (Faris Hamid Sefûk) bûn.
Şervanê QSD`ê Lewend Til Hemîs 29`ê Cotmehê li Dêrazorê şehîd bibû.
Merasîm li pakrewangeha Til Hemîsê hat lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.
Di merasîmê de şervanê QSD`ê Aras Til Hemîs axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Em ji malbata şehîd re dibêjin ku xwîna şehîdan li erdê namîne. Em ê têkoşîna xwe ji bo pêkanîna armancên wan bilind bikin. Hemû şervanên QSD`ê zarokên we ne, em ê soz didin ku em ê rêwîtiya şehîd Lewend bidomînin.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Hemza Salih jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtî û hevgirtina li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê.
Bi navê saziya olî ya Til Hemîsê jî Mûtez El Enter axivî û bal kişand ser cihê şehîdan ê pîroz di ola Îslamê de.
Piştî axaftina bi dawî bûn, wesîqeya şehîd hat xwendin. Piştre hevalên şehîd Lewend cenazeyê wî rakirin ser milan û di nava dirûşmeyên “Şehîd Namirin” de spartin axê.