Şervanê QSD'ê El Qasim li Tirbespiyê bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Mihemed Ednan El Casim, li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Ji Tirbespiyê û Çilaxayê bi sedan kes li hev civiyan û bi merasîmekê cenazeyê şehîdê QSD'ê Mihemed Ednan El Casim li Şehîdgeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê yê Tirbespiyê veşartin.

Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê Hisên Hisên li merasîmê axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan destketiyên wan hatine parastin.

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mihemed Zêdan jî diyar kir ku êrişa li ser Girtîgeha Sînaa ya Hesekê dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, gelê herêmê komploya navneteweyî pûç kir.

Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya Mihemed Ednan El Casim hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.