Şervanê QSD’ê El Hiweyrî li Şedadê hate veşartin

Şervanê QSD’ê Kemal El Hiweyrî yê li Dêrazorê di peywireke leşkerî de şehîd bûbû li Goristana Şedadê hate veşartin.

Gel li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê piştî ku cenazeyê şervanê Kemal El Hiweyrî (Diyar) wergirtin, berê xwe dan Goristana Şedadê.

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nacî El Hicûm sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. El Hicûm got ku “Tu ax di destê DAÎŞ’ê de nemaye lê xetere hê jî didome.”

Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya şehîd Diyar hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd Diyar bi slogan û tilîlîyan hate veşartin.