Şervana YPJ’ê Warşîn Minbic li Dêra Zorê şehîd bû

YPG’ê nasnameya şervana YPJ’ê Warşîn Minbic eşkere kir ya ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nasnameya şervana YPJ’ê Warşîn Minbic eşkere kir ya ku di 31’ê Gulana 2018’an de li Dêra Zorê di encama qezaya trafikê de şehîd bûbû.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

“Di 31’ê Gulana 2018’an de li bejahiya Dêra Zorê di Pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de hevala me Warşîn Minbic di encama qezayekê de şehîd bû. Em agahiyên nasnameyê yên hevalê xwe ji raya giştî re par ve dikin.

Hevala me Warşîn li Minbicê hate dinyayê û Ereb e. Dema ku Minbic di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê de bû hevala me Warşîn rûyê feraseta herî paşvemayî ya roja îroyîn dît û israra wê ya azadiyê zêdetir bû. Piştî ku bajar ji hêla jinên endamên YPJ’ê ve hate azadkirin hevala Warşîn him ji bo ku di nav têkoşîna azadiyê ya jinan de cih bigire, him jî da ku ji êş û elemên gelê xwe re bibe çare berê xwe da nav YPJ’ê. Di nav vê têkoşînê de ku gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî û enternasyonel mil bi mil dimeşînin, hevala me jî têkoşîna xwe domand. Heta roja şehîd bû jî têkoşîna wê berdewam kir. Hevala Warşîn herî dawî di Pêngava Bagera Cizîrê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê cihê xwe girt û di encama qezayekê de şehîd bû.”

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şervana YPJ’ê wiha ye;

Nasnav: Warşîn Minbic

Nav û Paşnav: Xisun Hemed

Navê Dayikê: Emel

Navê Bav: Şêx Hecî

Cihê Jidayikbûnê: Minbic

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 31’ê Gulana 2018’an