Şervana YPJ'ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de bû şehîd

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Roşna Egîd di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de roj 2’yê Îlona 2023’yan bûye şehîd.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) nasnameya şehîd Roşna Egîd eşkere kir.

Daxuyaniya navendê wiha ye: “Keça Pîrana berxwedêr Roşna di gelek qadan de cîh digire û li tekoşîna ji bo azadiya welatekê azad dewam dike. Bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Rojava, ji çiyayên azad berê xwe dide Kobanêya berxwedêr. Ji ber ku di nav çanda berxwedêr a Pîranê de mezin dibe di kolanên Kobanê de jî bêyî rawestin bi heman kevneşopiyê dibe dengê tolhildana qêrîna jin, zarok, kal û pîrên vê xakê. Hetanî dawiyê jî bi heman coş û kelecana serkeftinê di çeperên berxwedaniyê de dibe nobedara soza xwe.

Heval Roşna di destpêka şoreşê de di hemû pêngavên rizgarkirinê de di çarçoveya xebatên cur bi cur de bi sekina xwe ya berxwedêr, bi fermandariya xwe ya bi nefspiçûkî ji hevalên xwe yên dozê re bûye çavkaniya hêz û baweriyê. Bûyîna şoreşger û fermandara kêliyê ji bona hevrê Rojna di hemû kar û barên şoreşê de yek jî ji pîvanên esasî yên serkeftinê bû. Ji wê boneyê ked û fedekarî di şexsê Rojnaya dilwêrek de li rastiya pênaseya xwe digeriya.

Dijminê tu caran ji mijîna li xwîna zarokên vî welatî têr nebûye weke her carê serkeftina wan jî danequrtandiye û her li êrîşên xwe yên hovane dewam kiriye. Ji ber ku dizane di hemû kar û xebatên vê şoreşê de ya ku pêşengtiya wê, fermandariya wê dike jin e hîn zêdetir har dibe û êrîşên xwe dijwartir dike. Vê carê jî hevrêya me Roşna Egîd di 2’yê Îlona 2023’an de di êrîşên ezmanî yên dewleta Tirk a dagirker de gihîşt asta şehadetê.

Di serî de em ji malbata hevrêya xwe Roşna Egîd re sersaxiyê dixwazin. Em hevalên fermandar û hevrêya xwe Roşna Egîd diyar dikin ku wê soza tolhildana me bibe tacîdarkirina welatekê azad û aram.”