Şervan li navenda Reqayê ne: Şer giran e

Li dora Nexweşxaneya Wetenî û Bexçeyê Reşîd ê li navenda bajarê Reqayê ji duh ve şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de 33 çete hatin kuştin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku dor li çeteyên DAIŞ'ê girtine, derbasî navenda bajarê Reqayê bûn. Li vê derê şerekî dijwar diqewime.

Şerê ku duh li dora Nexweşxaneya Wetenî û Bexçeyê Reşîd ên li taxa Emîn rû da, hê dewam dike. Li heman taxê, wesayiteke bombebarkirî ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rûxandin û du êrîşkarên xwekuji ji aliyê şervanan ve hatin bêbandorkirin. Bi vî rengî pêşî li êrîşên xwekujiyê hate girtin.

Şerê li taxa El Emîn dewam dike. Heta niha 33 çete li vir hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji aliyê QSD'ê ve hatin ragihandin, di şerê duh de 5 şervanên wan di encama berxwedaneke bêhempa de şehîd bûn.

Şerê li vê herêmê dewam dike.

Operasyona Rizgarkirina Reqayê ku 6'ê Hezîranê dest pê kir ber bi dawiyê ve diçe. Beşeke mezin a bajêr ji çeteyan hatiye paqijkirin.