Şerê ku doh bi şev li Qamişloyê dest pê kir, dewam dike

Şerê ku piştî êrişa hêzên hikumeta Şamê ya li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişloyê dest pê kir, giran bû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Teyê bi pêş ve diçe.

Milîsên ser bi hikumeta Şamê şeva 20'ê Nîsanê saet di 22:00 de êriş birin ser nuqteyeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Bi vê êrişê re şer dest pê kir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bersiv da êrişa milîsên Dîfa El Wetenî yêns er bi hikumetê. Bi vî rengî li Taxa Teyê şer dest pê kir.

Şer tevahiya şevê dewam kir û hate ragihandin ku ji milîsên Dîfa El Wetenî gelek hatine kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di şer de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Ber destê sibehê saet di navbera 02:00-03:00 de bêdengî hebû, lê piştre şer ji nû ve giran bû.

Hêzên Şamê di dema êrişê de topên hawanê û çekên cuda yên giran jî bi kar anî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn serê sibehê li Taxa Teyê bi pêş ve çûn. Li gorî dema herêmê heta saet 09:00 şer dewam dikir.