Şêniyên Tirbespiyê bi merasîmekê Seîd El Xêrawî spartin axê

Tirbespiyan bi merasîmeke bi heybet şehîd Seîd El Xêrawî (Ela Tirbespiyê) spartin axê.

Bi hezaran şêniyên Tirbespiyê tevlê merasîma cenazê ya ji bo şervanê QSD’ê Şehîd Seîd El Xêrawî bûn.

Di merasîma li goristanê de, piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: “Li vê cihê pîroz em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember fedakariyên wan ditewînin ku ji bo yekîtî û azadiya gel kirine. Em deyndarên wan in.”

Ji fermandarên QSD`ê Mihemed Zêdan jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan, da.

Piştî bidawîbûna axaftinan, girseya gel cenazeyê şehîd Seîd li goristanê veşart.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Seîd El-Xêrawî di 22`yê Mijdarê de şehîd bûbû.