Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêçê bê elektrîk man

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça hikûmeta Şamê, 12 roj in bê elektirîk in.

Ji ber dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê Firqeya 4`an a girêdayî hêzên hikumeta Şamê, elektrîk qut bûn. Metirsiya şeniyan ji ber qutbûna elektirîkê zêde bû. Her wiha mazota germkirinê ji ser piraniya malan qut bû. 

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji ber nebûna elektirîkê şeniyên her du taxan di taritiyê de dimînin û dikandar neçar dimînin li şûna elektrîkê mûm pêxin. 

Komîteya Jeneratoran a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da zanîn ku di ji bo pêşxistina 80 jeneratoran pêwîstî bi 400 bermîlên mazotê di her hefteyekê de heye. 

Hevserokê Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Selah Sîno ji destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya wan derdikeve, dorpêçkirina taxan ji aliyê Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê ye, her wiha diyar kir ku divê sivîl û saziyên xizmetguzariyê ji nakokiyên di navbera aliyan de dûr bimînin.

Sîno destnîşan kir ku aliyê herî zêde ku di encama van kiryaran de zirar dîtiye gel e û yên herî zêde fêde dibîne jî dizên pereyên gel û bazirganên kirîzê ne.

Ehmed Bîlal ê ji şêniyên taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku elektrîk bêhtirî 10 rojan qut bûye û di encamê de hemû aliyên jiyanê hatine rawestandin.

Tê zanîn ku nirxê lîtreya mazotê li herdu taxan bûye 9 hezar lîre, lîtreya benzînê bûye 20 hezar lîre û her wiha tupê gazê 100 hezar lîre derbas kiriye.

Rifet Xelîl diyar kir ku ji ber qutbûna sotemeniyê ew di gelek aliyên jiyanê de nexasim nebûna çavkaniyên germkirinê di zivistanê de, zehmetiyan dikişînin.

Her wiha kesa bi navê Aytan got: “Em ditirsin ji ber dorpêçê nan jî qut bibe, ku ew hêmana sereke ya jiyanê ye.”