Şêniyên Reqayê Hevrîn Xelef bi bîr anîn

Şêniyên Reqayê, Sekretera Giştî ya Partiay Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi bîr anîn, ku Hevrîn Xelef ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

Li ser banga Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê li bajarê Reqayê bi hezaran kes daketin qadan û Sekrettera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi bîr anîn, ku Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

Endamên Meclîsa Herêmî, endamên Rêveberiya Jinan a Reqayê, endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê û rûspiyên bajêr jî tevlî meşê bûn.

'EM Ê RÊ NEDIN DAGIRKERIYÊ'

Girseya gel ji qada arkujiyê bi wêneyên Hevrîn Xelef û Ferhat Remedan dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re", "Em dawî li dagirkeriyê bînin, şoreşê biparêzin", "Bi îradeya jinên azad em ê dagirkeriyê têk bibin" hatin hildan.

Di dawiya meşê de li Parka Şehîd Hevrîn Xelef mîtîngek hate lidarxistin û ji Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Rîm El Mûsa daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sekretera giştî ya partiyê Hevrîn Xelef di encama kemîna çeteyan de û plana dewleta Tirk a faşîst de hate şehîdxistin û hezkiriyên partiyê û şêniyên Reqayê vê kiryara hovane şermezar dikin. Di berdewama daxuyaniyê de helwestên rêxistinên mirovî û hiqûqî li hemberî doza Hevrîn Xelef hate şermezarkirin û banga darizandina sûcdaran hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeya pirreng, demokratîk û nanavendî hate dayîn.

Çalakî bi berzkirina sloganên şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef û Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.