Şêniyên Qamişlo dewleta Tirk şermezar kir

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dagrkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û êriş şermezarkirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo li bajarokê Girbawî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarokê Zirganê û hedefgirtina sivîlan û êrişên li dijî Kobanê, meşeke girseyî lidar xistin.

Meş ji pêşiya meclisa bajarokê Girbawî destpê kir. Meşevanan pankartên “Qatil Erdogan” û “Li hemberî kuştin û koçberkirin, em ê bi hemû pêkhateyên xwe re li berxwe bidin” vekiribûn.

Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silava Rifaî axivî û got: “Êrişên serçeteyê DAÎŞ’ê Erdogan ev demeke li ser Başûrê Kurdistanê bi alîkariya NATO'yê dewam dikin. Dewleta Tirk nikarîbû li hember tekoşîna gerîlyana li berxwe bide, êrişên xwe li dijî Rojava û Şengalê berfirehtir kir.”

Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarokê Girbawî Fadiya Ismaîl jî axivî û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dixwaze gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî rewşeke xeternak bike, lê bi saya berxwedana QSD'ê armancên dewleta Tirk pêk nehatin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.