Şêniyên Qamişloyê li dijî qirkeriya dewleta Tirk daketin qadan

Li dijî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker doh li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê kir, bi hezaran kes li heman herêmê daketin qadan. Girseya gel bi biryardariya "şerê gel ê şoreşgerî" xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Bi hezaran kes ji şêniyên Qamişloyê, ji qada Şehîd Xebat berê xwe dan mala malbata Gulo ya li taxa Hilêliyê, ku doh di encama êrişa dewleta Tirk de 3 ji welatparêzên heman malbatê şehîd bûn. Xelkê Qamişloyê bi hêrseke mezin li ber êrişkarî û qirkeriya dewleta Tirk rabû.

Girseya gel wêneyên Yûsif Gulo, herdu neviyên wî Mazlûm û Mihemed Gulo hilda ku di êrişa doh a li taxa Hilêliyê de şehîd bûn.

Di xwepêşandanê de wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û PYD'ê hatin hildan û dirûşma "Şehîd namirin" hat qîrîn.

Di dawiya meşê de ku bi dirûşma "Em ê heta dawiyê xwedî li şerê gel ê şoreşgerî derkevin" pêk hat, daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de li dijî her cûre gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker helwest û biryardariya têkoşînê hate nîşandan.

Girseya gel piştî çalakiyê berê xwe da konê sersaxiyê.