Şêniyên Qamişloyê dîwarê dagirkeriyê yê li Efrînê şermezar kir

Bi hezaran mirovên ji Qamişloyê, li dijî dîwarê dagirkeriyê yê li Efrînê tê lêkirin meşiyan. Di çalakiyê de hate gotin, "Em ê Efrînê azad bikin."

Bi hezaran kes li qada Şehîdên Enternasyonalîst a taxa Enteriyê ya Qamişloyê li hev civiyan û li dijî dîwarê dagirkeriyê yê li Efrînê tê lêkirin meşiyan.

Bi hezaran mirovên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi şaxê zeytûnê ku sembola Berxwedana Serdemê ye, meşiyan. Hêzên Ewlekariya Navxweyî, tîmên Hawarî û trafîkê ji bo ewlekariya meşê tevdîr wergirtin.

Di meşê de pankartên bi nivîsa " Em ê berxwedanê bilind bikin, dîwaran hilweşînin, Efrînê rizgar bikin", "Qatil Erdogan", "Ka mirovahî", "Bijî berxwedana Efrînê bi zimanê Kurdî, Îngilizî û Erebî" hate hildan.

Meşvanan bi sloganên piştgiriya Efrînê û slogana "Bi hilweşandina dîwaran em ê Efrînê rizgar bikin" heta Goristana Şehîd Delîl Saroxan vê meşiyan.

Meş li vir veguherî mitingê û peyam hatin dayin.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Menîce Heyder avakirina dîwarê perçêkirine li Efrînê şermezar kir û got: "Dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê em şermezar dikin. Hemû şêwazên li dijî mirovatiyê tê meşandin. Heya gihişt astekê ku bi lêkirina dîwar re Sûriyê parçe bike. Armanca lêkirina dîwar ew e ku Efrînê bi axa Tirkiyê re girê bide. Tevî van kiryarên qirêj re bêdengiya navnetewî û ya rejîma Sûriyê heye. Heya ku em Efrînê rizgar nekin em ranawestin. Berxwedana me wê berdewam bike."

Hevserokê Meclîsa Navçeya Rojhilatê Qamişlo Ebdullkerîm Ebdullrehman bêdengiya dewletên navneteweyî li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de şermezar kir û got: "Efrîn beşek jî axa Sûriyê. Divê rejîma Sûriyê bi erkên xwe rabe. Bêdengiya rejîma Sûriyê diyar dike ku bi Tirkiyê û bi Rûsya re lihev kirine. Em ê bi berxwedana xwe Tirkiyê ji Efrînê derxînin."

Mitîng bi tilîliyên dayikan û bi sloganên "Efrîn ne bi tenê ye" bi dawî bû.