'Şêniyên Mexmûrê bi tenê nînin'

Endamên Komuna Taxa Hîlîliye ya Qamişloyê nerazîbûn nîşanî ambargoya li ser şêniyên Mexmûrê dan û gotin, bi tenê nînin.

Endamên Komuna taxa Hîlîliyê ya Qamişloyê diyar kirin ku ew bi şêniyên Mexmûrê re ne û bal kişandin ser ambargoya neheq a ku nêzî du meh in didome.

Endama Komuna Taxa Hîlîliyê û Endama Kongreya Star Salîha Keleş got, "Em ambargoyê şermezar dikin. Em zanin ku yên li wê deverê zor û zehmetiya herî giran dikişînin jin in. Gelek jinan xwestin tedawî bibin, lê belê ji ber ku hatin astengkirin û negihîştin nexweşxaneyê zarokên wan ji ber wan çûn. Bi taybetî jinên li Başûr divê li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin. Divê em bi mirovên xwe re bin ên di rewşeke zehmet de ne."

Endamê Komuna Hîlîliyê û endamê PYD'ê Nîzameddîn Nûrî Hisên bi bîr xist ku dewleta Tirk gefê li Mexmûriyan jî dixwe, êrîşî wan jî dike û got, "Li dijî gelê Mexmûrê ambargo heye. Di rewşeke welê zehmet de ne ku nikarin biçin nexweşxaneyan jî. Yên ku piştevaniya êrîşên dewleta Tirk dikin ew kes in ku ambargoya li dijî Mexmûriyan rewa dibînin."