BI DÎMEN

Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan: Kilîda çareseriyê li Îmraliyê ye

Li navçeya Şêran a Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo çareseriyê işaret bi Îmraliyê hate kirin.

Li navçeya Şêran a Kobanê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di heman demê de jî ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.

Meş li pêşiya Meclîsa Şêranê destpê kir û heta bi Navenda Kongra Starê ya li navenda bajêr dirêj bû. Di meşê de bi awayekî bê navber dirûşmeyên; 'Bê Serok Jiyan Nabe' û 'Azadî ji bo Rêber Apo' hatin berzkirin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankêrtên bi nivîsa; 'Ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ hatin hilgirtin.

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şêranê Bedîa Miho axivî û got: ‘’Dewleta Tirk, hevalbendên wê û hemû dewletên din bi rêya vê tecrîdê dixwazin aloziya li Rojhilata Navîn dirêj bikin. Lê belê kilîda çareseriyê li Îmraliyê ye.’’

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.