Şêniyên Kobanê li dijî lêkirina dîwarê navbera Rojava-Başûrê Kurdistanê meşiyan

Şêniyên rojavayê Kobanê li dijî lêkirina dîwarê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê meşiyan û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re şermezar kirin.

Dîwarê ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de tê lêkirin, li Kobanê bi meşekê hate şermezarkirin.

Çalakî bi pêşengiya Kongreya Star a navçeya Qinê hate lidarxistin û li pêşiya Meclîsa Nehiya Qinê destpê kir, heta Sotemeniya navçeyê dewam kir.

Di meşê de dirûşma "Na ji xiyanetê re" hate qîrîn.

Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Qinê Sûad Şêx Demîr axivî.

Di daxuyaniyê de işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re hate kirin û hate ragihandin ku PDK ji destpêkê ve hewl dide şoreşê têk bibe û destnîşan kir ku wê her tim li ber xiyanetê rabin.

Sûad Şêx Demîr ragihand ku bi piştgiriya PDK'ê niha dîwar di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de tê lêkirin û got, "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî xiyaneta PDK'ê dewam bikin."

Çalakî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe", "Bimire xiyanet" bi dawî bû.