Şêniyên Kobanê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kobanê bi meşekê hate şermezarkirin.
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kobanê bi meşekê hate şermezarkirin.
Meşê li Meydana Jinê ya Azad dest pê kir û tevî Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên civakî yên sivîl, bi hezaran kes tevlî bûn.
Girseya gel bi qîrîna dirûşman, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û heta Meydana Aştî meşiya. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li vê derê Hevserokê Meclîsa TEV-DEM'ê Ehmed Şêxo peyivî û got, "Em ê nirx û destketiyên ku me bi xwîna şehîdan bi dest xistine, biparêzin."
Endama Rêveberiya Kongreya Star Felek Yûsif jî li çalakiyê axivî û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir.
Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.