Şêniyên Kobanê: Dewleta Tirk têk çûye, lê têkçûna xwe qebûl nake

Şêniyên Kantona Firatê yên di konê çalakiyê de, diyar kirin ku dewleta Tirk têk çûye, lê têkçûna xwe nikare qebûl bike û destnîşan kirin ku ji dervey têkoşînê ti rêyên din tune ye.

Ev bû zêdeyî sê sal ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Ji bo agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were girtin, li seranserî cîhanê gelek çalakî pêk hatin. Di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên Cîhanê pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriyê siyasî' hate destpêkirin. Li zîndanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî jî tevlî pêngava azadiyê bûn û dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin ku wê ta 15 Sibatê bidome.

Li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gel bi çalakiyên cur be cur berxwedaniya girtîgehan silav kirin. Duh jî ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ve konê çalakiyê ya du rojan hate destpêkirin. Bi sedan kes ji qada azadî berê xwe dan konê çalakiyê. Kon li qada Şehîd Egîd hatibû danîn. Bi hezaran şêniyan berê xwe dan konê çalakiyê.

Şêniyên ku di konê çalakiyê de amade ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku ew ê heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe, çalakiya xwe bidomînin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Bekir Ceradê axivî û diyar kir ku ji destpêka şoreşa gelan û şoreşa Rojava, dewleta Tirk dixwaze Rêveberiya Xweser tune bike. Ceradê wiha got: "Dibistan û binesazî hatin hedefgirtin. Gelek sivîl jî şehîd bûn. armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku koçberiyê û tirsê têxe nava dilê gel. Lê gel li dijî van êrîşan li ber xwe dide. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger dibe, em ê her tim li ser piyan bin. Wê ti carî ev êrîş serketin û berxwedaniya gelê me têk nebe. Rêya me serkeftin û berxwedanî ye. Ji dervey wê ti rê tune ye. Em berxwedaniya zîndanan û gerîla silav dikin."

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî diyar kir ku wê sala 2024'an bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û got: "Divê gelê tevahî Rojhilata Navîn rabe û azadiya fîzîk ya Rêber Apo tavilê misoger bibe. Weke gel em ê heta dawiyê li pey şopa gerîla û Rêberê xwe bimeşin. Em teslîmkariyê qebûl nakin. Me bi hezaran şehîd dane û em ê xwedî li wê riyê derkevin.”

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rodîn Mihemed axivî û ragihand ku dewleta Tirk li hemberî gerîla têk çûye û têkçûna xwe nikare qebûl bike û got: "Bi israr û berxwedanî gerîlayên me li ber xwe didin. Lê li hemberî wê berxwedaniya ku gerîlayên azadiyê dike dewleta Tirk şikestiye û têk çûye. Lê têkçûn û şkestina xwe nikare qebûl bike."