Şêniyên kampa Vegerê: Em ê heya rizgarkirina gund û warê xwe li ber xwe bidin

Şêniyên kampa Vegerê ya navçeya Şêrewayê, ku ji ber zilm û zora dewleta Tirk koçber bûne, ji kiryarên dagirkeran xelas nebûne. Şênî dibêjin, ew ê heya rizgariya warê xwe berxwedana xwe bidomînin.

Piştî dagirkirina Efrînê, her roj bombardûman li xelkên Şehba û Şêrawayê tê kirin. Di 19'ê Mijdara 2021'ê de danê êvarê dewleta Tirk bi dehan top avêt klampa Vegerê ya koçberên Efrînê.

Piştî dagirkirina Efrînê, gundên Şêrawayê jî hatin dagirkirin. Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê pêwîstî pê dîtku kamapekê li navçeya Şêrawayê ji bo koçberên xelkê Şêrawa ava bikin. Ji ber vê jî di dawiya sala 2018'an de kampa Vegerê di navbera gundê ziyaretê û gundê Dêr Cemal de hat avakirin, ku nêzî kîlometreyekê dûrî rêya navdewletî ya bazirganiyê ye ku bajarên Dîlok û Helebê bi hev ve girê dide ye. 105 malbat li kampa Veger hatin bicihkirin.

Jina Efrînî Gulê Elo Beko ku xelkê gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê ye diyar kir ku dema ew li gund bûn her tişt bi xweşî û kêfxweşî derbas dibû û got: "Jiyana me li gund bi rastî xweş bû, me hin astegî dikêşandin. Lê belê ji ber em li ser xaka xwe bûn ew astengî ji me re xweş dihatin. Lê ji ber topabarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi darê zorê me ji nav milk û warên me derxistin û em niha jî li kampa Vegerê di binê konan de bicih bûne; lê me dît ku dîsa me dikin hedef. Ji vir şûnde ez nizanim çi ji me dixwazin, lê ez tiştekî tenê dizanim ku em ê li vir heya rizgarkirina gund û warê xwe li ber xwe bidin."

Li ser vê mijarê Endama Encûmana Parêzeran a herêma Efrînê parêzer Lezgîn Kor jî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê piştî dagirkirina Efrînê her roj herêma Efrîn û Şehba topbaran dike û sivîlên koçber dikin armanc û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ji topbarankirina herêma Şehba û Şêrewayê ew e ku xelkê Efrînê ji Şehbayê jî koçber bibe û wan dûrî Efrînê bike."

Kor axaftina xwe domand û got: "Di zagonên navdewletî de êrişa li ser sivîlan tiştekî dûrî miovahiyê ye û pêwîste yê ku vê cinayetê bike hesabê dide. Ji ber wê li gorî peymana Cenevre 4’ê ku di sala 1949'an de hatiye îmzekirin pêwîste dewleta dagirker êrişî  gelê sivîl neke. Her wiha li gorî peymana Laheyê ya sala 1907’an, ew jî di naveroka xwe de diyar dike ku pêwîste hêza dagirker êrişî gelê sivîl neke û li kêleka wê jî parastina kevneşopî, çand û dîroka herêma ku dagirkirî bike; lê weke em dibînin dewleta Tirk û çeteyên wê hemû peyman binpê kirine û êrişî sivîlan dikin. Bûyer û kiryarên wan ên li Efrînê û hedefgirtina kampa Vegerê berbiçav e."

Parêzer Lezgîn Kor di dawiyê de anî ziman ku eger Neteweyên Yekbûyî şirîkê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê nebûya, wê heya niha helwesteke cidî nîşan bidana.