Şêniyên herêma Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan

Bi sedan kes ji şêniyên Herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên şevê din daketin qadan û gotin, “Em ê bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî zihniyeta şovenîst li ber xwe bidin.”

Artêşa Tirk a dagirker şevê din bi balafirên şer êrîşî stasyona petrolê yên Kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encamê de zirarên madî pêk hatin û navendên xizmeta guzariyê hatin girtin. Şêniyên Herêma Firatê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Demokraîk li dijî êrîşan meşek girseyî lidar xistin.

Di meşa girseyî ya ku li Qada Jina Azad bi dirûjmeyên “Bijî Berxwedana Cizîrê” û “Bijî Berxwedana Zapê” destpê kir de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û heta Qada Şehîd Egîd berdewam kir. Li vir ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û piştre Hevsrokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî.

Şahîn, bal kişand ser êrîşên li dijî binesazî û saziyên herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got, “Armanca êrîşan valakirina herêmê û gel neçarî koçberkirinê ye. Weke Herêma Firatê bi hemû pêkhateyên xwe, em ê li hemberî zihniyeta şovenîst li ber xwe bidin. Em ê hêza xwe biparêzin. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran xwariye. Ji ber vê êrîşê herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Me sala 2023’yan bi pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bi dawî kir. Em ê bi têkoşîneke xurtir derbasî sala 2024’an bibin.” 

Meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.