Şêniyên Helebê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Bi hezaran kesên beşdarî meşa li Helebê ya ji bo azadiya Rêber Apo bûn, bertek nîşanî tecrîdê dan.
Bi hezaran kesên beşdarî meşa li Helebê ya ji bo azadiya Rêber Apo bûn, bertek nîşanî tecrîdê dan.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destnîşan kir ku jiyana azad bi têkbirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got: "Em ê li qadan bin û banga pêkanîna azadiya fîzîlî ya Rêberê xwe bikin û heta têkbirina planên dijmin berxwedana xwe dewam bikin."
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclis û komînan ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo meşiyan.
Meş ji pêşiya hola 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û heta Meclisa taxa şehîd Gelhat dewam kir.
Li wir, berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Menan Cafer got: "Gelê Kurd ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bi fikrên wî ve girêdayî ne. Em ê her li qadan banga azadiya Rêberê xwe bikin û planên dijmin ên bi armanca qirkirin û hebûna me ku bi rêya ferzkirina pergala êşkence û qirkirinê pêk tîne, têk bibin."
Cafer diyar kir ku seranserî cîhanê bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bandor bûye, ji ber ku ew maf û rûmeta her kesî di civakê de diparêze û hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê çareser dike.