Şêniyên gundê Şerîka: Tenê QSD dikare me biparêze

Şêniyên li gundên sînor ê Dirbêsiyê gotin, "Piştî ewqas êrîş û berxwedanê em dixwazin hêzên QSD'ê li ser sînorê me bin" û destnîşan kirin ku QSD ji pêkhateyên herêmê pêk tê.

Li bajarê Dirbêsiyê bi qasî 320 gund hene. Beşek ji wan jî li ser sînor in. Yek ji gundên ku dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk Şerîka ye. Şêniyên gund destnîşan dikin ku ew bi hêzên QSD'ê piştrast in.

'EWLEHIYA ME BI QSD'Ê DIBE'

Ji şêniyên Şerîka Ahmed Yûsif got, "Beriya meh û nîvekê jiyana li gundê me û li bajarê me asayî bû. QSD'ê sînorê me diparast û em ji jiyana xwe kêfxweş bûn. Piştî bûyerên li Serêkaniyê hêzên rejîma Sûriyeyê ji bo ewlekariya sînor hatibûn. Beriya du sê rojan jî reviyan. Em dixwazin sînorê me bê parastin û hêzên me yên QSD'ê vê bikin. Ji ber ku jiyana me wê demê hîn bi ewle bû."

'QSD JI PÊKHATEYÊN VÊ HERÊMÊ YE'

Ji şêniyên gund Ferhad Arabo jî destnîşan kir ku hêzên QSD'ê xwediyê vê xakê ne û got, "Dagirkeriya ku niha li Serêkaniyê û Girê Spî hatiye kirin dewleta Tirk dixwaze li herêmên Dirbêsiyê û Amûdê jî bike. Armanca wan ew e ku hêzên QSD'ê xwe bi 32 kîlometreyan vekişînin û bi vî rengî komên çete karibin bi hêsanî bikevin nava xaka me. Li vê deverê du sê dewriyeyên Rûs û bicihkirina deh hêzên rejîmê nikare me biparêze. Hêza ku 400 kîlometre ewlekarî dikir hêza gelê me bû. Gelo hêzên ku ji derve hatine wê karibim me biparêzin? Eger Rûsyayê xwe ji rawestandina şer berpirsyar bidîtabûya wê ti ji van neqewimiyabûya. Berevajî bû sedema ku şer rû bide. Em dixwazin QSD me biparêze ku hêza vî gelî ye. Pêwîstiya me ne bi Rûs ne jî bi rejîmê heye. Me doh dît ku hêzên rejîmê çawa dest ji eniyê berdan û reviyan. Ji bilî QSD'ê ti hêz nikare xaka me biparêze. Ji ber ku QSD ji pêkhateyên vê herêmê ye."