Şêniyên Girkê Legê: Em ê bi hêza xwe dagirkeran têk bibin

Şêniyên Girkê Legê li hemberî êrişên dewleta Tirk meşek li dar xistin û gotin “Em ê bi hêza xwe ya xwerser dewleta Tirk têk bibin.”

Ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên Girkê Legê ya Qamişlo xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û li kolana sereke geriya. Xwepêşandêran bi dirûşmeyan êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kirin.

Li naverasta navçeyê xwepêşandan veguherî mîtîngê, li wir endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Girkê Legê Fûad Sedî axivî û wiha got “Bi israr, vîn û hevgirtina me, em ê tevahî planên dewleta Tirk a dagirker ên qirkirin û dagirkirinê têk bibin.”

Fûad Sedî wiha domand “Divê em pişta xwe bidin parastina cewherî û rêxistinkirina gel. Em ê bi hêza xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.”

Fûad Sedî diyar kir dewleta Tirk bi rêya êrişê li ser herêmê mîna ku li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê kiriye, dixwaze DAÎŞ’ê dîsa vejîne.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD’ê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.