Şêniyên Ereb: Me bi derengî nas kir, lê hembêz kir

Erebên der barê Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an axivîn diyar kirin, wan şoreş bi derengî nas kirine, lê piştre hembêz kirine.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heft sal li pey xwe hişt. Şoreşa ku bi stratejiya 'rêya sêyemîn' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û modela Xweseriya Demokratîk pêk hat, veguherî şoreşa Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen, Çerkes û gelên din hemûyan ên li herêmê.

Yek ji serketina herî mezin a şoreşê jî pêkhatina tifaqa gelên Kurd û Ereb bû. Di nava heft salên şoreşê de li gorî daxuyaniya fermî ya QSD'ê zêdeyî du hezar şervanên Ereb di parastina şoreşê de canê xwe feda kirin.

Erebên ku dibêjin, wan bi derengî şoreş nas kirin, lê belê piştre hembêz kirin, anîn ziman ku ev şoreş şoreşa qewmekê nîne, şoreşa wan hemûyan e.

'ME ŞOREŞ BI DERENGÎ NAS KIR'

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Sirînê Emel Elî Mistefa ji ANF'ê re axivî û diyar kir, berê haya wan ji şoreşê tine bû û bi derfetên gelekî kêm bi agahiyên ji televîzyonê hinekî nas kirine.

Emel Elî Mistefa diyar kir, bi saya hevserê xwe yê li Minbicê şehîd bû şoreş nas kiriye û got, "Haya me ji şoreşê nebû. Me tenê ji televîzyonê dibihîst û ew jî derfetên gelekî kêm bûn."

'ME BI HESRETEKE MEZIN HEMBÊZ KIR'

Emel Elî Mistefa dema beriya şoreşê bi gotina 'mîna ku paçekî reş avêtibûn ser me' anî ziman û got, "Em kengî azad bûn û me şoreş nas kir wê demê me bi hesreteke mezin şoreş hembêz kir. Me şoreş bi derengî nas kir, lê belê piştre ew hembêz kir. Em vê şoreşê weke şoreşa qewmekî nabînin, weke şoreşa xwe dibînin."

Bi domdarî got, "Em vê şoreşê ji bo xwe weke firsendeke mezin dibînin. Bi saya bi hezaran şehîdan me ev firsend wergirt. Ji ber vê yekê divê her kes xwedî li vê şoreşê derkeve. Gefên Tirkiyeyê hîn jî didomin. Ev şoreş dikare bibe rêya çareseriyê ji bo Sûriyeyê. Dikare bibe şoreşa gelên Sûriyeyê. Lewma divê em vê şoreşê mezin û xurt bikin."

'EM NÊZÎ ŞOREŞÊ BÛN, LÊ NEKARÎ XWE BIGIHÎNIN WÊ'

Ferdos Salih Kîno ku hevserê xwe di parastina şoreşê de wiha kir anî ziman, ku ew beriya niha gelekî nêzî şoreşê bûn lê belê ji ber çeteyan nikarîbûn xwe bigihînin wê. Ferdos Salih Kîno got, "Piştî ku me şoreş nas kir me azadî nas kir. Me ji bo vê berdêl dan, lê belê berdêlên me ji bo parastina vê bû."

ŞOREŞA GELÊ EREB E

Her wiha got, "Em piştre hîn bûn ku ev şoreş ne tenê şoreşa Kurdan e. Her ku me kûrahî û mezinahiya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kir me dît ku şoreş di heman demê de şoreşa gelê Ereb e. Me dît ku şoreş şoreşa jinê ye."

'MIN ŞOREŞ NAS KIR Û EW HEMBÊZ KIR'

Semîra Ethem Welo jî anî ziman ku piştî hevserê wê YPG nas kir û tevlî YPG'ê bû wê jî şoreş nas kir û got, "Haya min ji şoreşê nebû, lê belê piştî ku hevserê min heval nas kir min jî bi wî re şoreş nas kir û tevlî bûm. Bi wî rengî min felsefeya Rêber Ocalan nas kir. Şoreşa me ne tenê şoreşa gelekî ye, şoreşa gelan e. Şoreşa her kesî ye."