Şêniyên Efrînê sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan şermezar kirin

Komîteya Ciwanan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê, zext û sûcên dewleta Tirk ên li ser girtiyên di girtîgehan de zêde dibin, şermezar kir.

Bi sedan endamên Komîteya Ciwanan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehraz a Kantona Şehbayê daxuyaniyek dan.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Hemed Hac Ehmed daxuyanî xwend û got, " Dema ku gel ber bi azadî û demokrasiya nûjen ve diçe û ji bo parastina mafan têdikoşe û li ber xwe dide, rejîmên piştevaniya terorê dikin, bûne cinawirên barbar ku armanca wan tunekirina ruhê mirovahiyê ye.”

Ehmed got, “Rejîma faşîst a Tirk û alîkarên wê yên çete hewl didin îradeya berxwedanê ya gelê me têk bibin û teslîmiyetê li ser bi deh hezaran têkoşeran, şoreşgeran, siyasetmedaran, rojnamevanan û hiqûqnasan ferz bike û gelek sûc li dijî wan pêk tîne.”

Komîteyê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî da û diyar kir ku armanca tecrîdê dûrxistina girtiyan ji fikir û felsefeya Abdullah Ocalan e.

Komîteyê her wiha bertek nîşanî, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî da û got: “Qaşo dewleta Tirk endameke Meclîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ye.”

Hac Ehmed bang li Koalîsyona Navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin û sûcdaran li dadgehên navneteweyî bên darizandin.