'Şêniyên Efrîn û Şehbayê biryara berxwedanê dane'

Hevserokê Meclisa navçeya Til Rifat a herêma Şehba Mihemed Henan diyar kir, ku gelê Efrînê yên koçber û gelê Til Rifatê li dijî her cure êrîşan, biryara berxwedanê dane.

Dewleta Tirk a dagirker ji 19’ê Mijdarê ve bêyî navber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike. Hevserokê Meclisa navçeya Til Rifat a herêma Şehba Mihemed Henen têkîldarê mijarê axivî. Henan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, her tim bi çekên giran êrîşî herêmê kiriye û wiha got, “Di hefteya dawî de bi balafirên şer, keşfê û obusan êrîşê navenda bajarê Til Rifat û derdora wê dike.”

Henan diyar kir ku yek ji daxwaz  û armanca dewleta Tirk ji van êrîşan, ew e ku vegera Efrînê ji bîr bikin û wiha dewam kir, “Dixwazin li her derê çeteyan bi hêz bikin. Gelê Kurd ji doza wan a rewa dûr bixin. Mixabin neteweyên yekbûyî û dewletên ku dibêjin ‘em demokrasî parêzin’, îdîa dikin ku banga mirovahiyê dikin. Lê em bi çavê xwe dibînin ku tu bertekên nîşan nadin. Bi taybet dewleta Rûsya yê ku xwe weke dewleteke gerantor di herêmê de dibîne.” 

Henan bal kişand ser rola hikumeta Şamê di herêmê de û wiha got,"Ji destpêka êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Şehbayê li pêşiya Rûsyayê, ku Sûriye wan weke dewleteke heval dibînin leşkerên wan tên kuştin. Li dijî wê Rûsya jî hikûmeta Şamê jî bêdengiya xwe diparêzin. Ji ber wê em dibêjin hemû dewletên hegemon di vê herêmê de dixwazin Kurdan bêhêz bikin. Ji bo wê jî em bi tundî bêdengiya civaka navneteweyî, Rûsya û Sûriyeyê şermezar û nalet dikin."

‘JI BILÎ BERXWEDANÊ TU RÊ NÎNE’

Henan di dawiyê de got ku ji bilî berxwedanê tu rê nîne û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Gelê Efrînê yên koçber û gelê Til Rifatê biryara berxwedanê dane. Em gelekî evîndarê azadiyê xwe ne. Ji bo parastina destkeftiyên xwe çi ji destê me bê em ê bikin.”