Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê meşiyan

Bi hezaran ji şêniyên herêma Efrînê bi meşekê piştgirî da pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye".

Di çarçoveya pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye", bi hezaran ji şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û piştgiriya xwe bi pêngavê re ragihandin.

Meş ji rêya navbera gundê Babins-Til Şeîr ya kantona Şehbayê ber bi navenda gundê Babinsê pêk hat. Di meşê de wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meşvanan bênavber dirûşmên silavkirina berxwedana gelê Kurd, şeremzarkirina êrişên dagirkeriyê û banga bidawîkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berz kirin.

Meşvanan li gundê Babins deqeyeke rêz girtin. Piştre endamê rêveber ê komîteya diravî ya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Efrînê Arif Şêxo axivî û got: "Dewleta Osmanî di nava 400 salan de hemû cûre zilm û destilatdar li ser gelan pêk anîn û komkujî pêk anîn."

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk îdiaya parastina Îslamê dike da ku gelên Rojhilata Navîn bi aliyê xwe ve bikişîne û got gelên Rojhilata Navîn hîna planên Tirkiyê tênegihştine.

Endama Koordînasyona Konreya Star a kantona Efrînê Newroz Haşim jî banga yekitiyê li gelên herêmê kir û got: "Di vê pêvajoyê de pêwîstiya me bi pêkanîna  yekitiya Kurdî heye. Ji ber ku dijmin hewl dide bi hemû rêbazan xaka me dagir bikin, lê heke em hevgirtina xwe çêbikin wê armancên Tirkiyê neghêjin serî."

Newroz diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala ji salan ve banga yekitiya kurdî dike û got, "Divê em rola xwe di vê pêvajoyê de pêk bînin ku dijmin hewl dide şoreşa me têk bibe."

Meş bi dirûşman bi dawî bû.