Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Abdullah Ocalan re azadî xwestin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên bi daxwaza azadiya wî hatin lidarxistin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên bi daxwaza azadiya wî hatin lidarxistin.
Îro bi sedan şêniyên Reqayê li Çerxerêya Neîm kom bûn û heta Çerxerêya El-Saa meşiyan.
Piştî meşê mîtîngek li dar ket. Di mîtîngê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Ehmed û bi navê Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Feysel El-Bêrem axivîn.
Axaftinvanan Komploya Navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku armanca komplogeran têkbirina projeya neteweya demokratîk, binpêkirina azadiyan û tunekirina gelên azadîxwaz e.
Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk û dewletên mêtinger tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin û hemû peymanên navneteweyî bin pê dikin. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bikin.
LI DÊRAZORÊ KON HAT VEDAN
Meclisa Herêma Bakur a bajarokê Siwer û Komîteya Jinan a Dêrazorê çalakiya konvedanê li dar xist.
Di çalakiyê de endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Rewa El-Mihemed axivî û got: “Me bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mafên xwe bi dest xistin. Heta dawiyê em ê wî wek serokê xwe bibînin. Rast e girtî ye, lê bi fikir û felsefeya xwe azad e.”
Bi navê Komîteya Ciwanan a bajarokê Swer Meryem El-Hesen axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan dê her tim sembola azadiyê be. Yê ku parastina Sûriyê, Filistîn û Kurdistanê kir, Rêber Abdullah Ocalan e û yê ku bi navê Filistînê û xwîna Sûriyan bazar kir jî Erdogan e.”