Şehîdên Reqayê bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hatin veşartin

7 cangoriyên têkoşîna azadiyê, ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê, serokên desteyên Rêvberiya Xweseriya Demokratîk, şervanên YPG/YPJ û endamên saziyên civaka sivîl şervanên YPG‘ê Mihemed Ajar (Rojhat Amara), Mistefa Mûsa (Dilovan Kobanê), Ziyad Remedan (Rustem Serzorî), Hesîm Beyram (Heqî Pîr), Berzan Yelmaz (Xebat Dîrok), Hisên Ebdullah (Egîd) û Ehmed Nasan (Qehreman Korik) yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîde bûne, bi merasîmekê li Şehîdgeha Dîcleyê spartin axê.

Di merasîmê de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên azadiyê, alên YPG/YPJ û Meclîsa Malbatên Şehîdan, hatin hildan.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji Fermandarên YPG‘ê Ezîz Xerbîsan axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xweset û soza şopandina xeta têkoşeran dan.

Her wiha di merasîmê de, endamê Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Cizîrê Xelîl Isamîl jî axivî û got: "Bi saya xwîna şehîdan em gihîştin vê merheleya dîrokî. Em îro careke din li pêşberî cenazeyên van şehîdan soza xwe ya şopandina xeta wan dubare dikin."

Malbatên her 7 şehîdan jî axîvin û serbilindahiya xwe ya şehadeta zarên xwe anîn ziman. Malbatan gotin ku ew xeta şehîdên xwe bişopînin heya armacnên wan bicih bînin.

Paşê, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Dûre şervanan darbestên hevreyên xwe hildan ser milan û di nava dirûşmeyan û tilîliyên dayikan spartin axê.