Şehîdên QSD’ê li Hesekê hatin veşartin

Cenazeyê 6 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hatin veşartin.

Welatiyên Hesekê cenazeyên şervanên QSD‘ê Fewaz Cerad, Biling Nebo, Elî El-Ehmed, Ebdilsemed El-Xelef, Beşar El-Îs û Xelîl Xilêf ên di Qonxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin, bi kerwanekî ji dehan wesayîtan pêk dihat berî bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin leşkerî destpê kir. Piştre Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan Welîda Botî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku bi saya xwîna şehîdan jiyaneke bi aram hatiye afirandin û serkeftinên mezin hatin bi destxistin. Botî got: "Bi keda şehîdên ji hemû pêkhateyan û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de me destkeftiyên mezin bidest xistin û bûne dozeke ku di qala navedewletî de tê behskirin."

Botî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi gefan dixwaze derbeyê li jiyana hevbeş a li nava pêkhateyên li herêmê bidin.

Fermandarên YPG`ê Şiyar Hesekê jî soza tinekirina terorê da û got, dewleta Tirk bi gefên xwe dixwazin DAÎŞ’ê li herêmê zindî bike.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîdan di nava diruşme û tilîliyên dayika de hatin veşartin.