Şehîdên Qereçoxê bi meresimekê hatin bîranîn

Ji bo 20 şervan û welatiyên sivîl yên ku di sala 2017’an de li Çiyayê Qereçoxê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bibûn, meresima bîranînê hate lidarxistin.

Dewleta Tirk a dagiker di 25’ê Nîsana 2017’an de navenda Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya li Qereçoxê û gundên Dêrikê kirin. Di encama vê êrîşê de 20 şervan û welatiyên sivîl şehîd bûn. Di êrîşê de 18 şervan û welatiyên sivîl jî birîndar bûn. Ji bo 20 şervan û welatiyên sivîl meresima bîranînê hate lidarxistin. Welatiyên bajar û Kantonên Herêma Cizîrê vê sibê ber bi çiyayê Qereçox ve ketin rê û şehîdên Qereçoxê di salvegera 5`emîn a şehadeta wan de bîranîn. Di bîranînê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatin hildan.

Di bîranînê de li ser navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Fermandar Sozdar Dêrik axivî û di şexsê şehîdên Qereçoxê de hemû şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bîranîn. Dêrik êrîşên artêşa Tirk a dagirkre li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezar kir.

Dêrik diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû parçeyên Kurdistanê dê serî li hemberî dewleta Tirk a dagirker netewîne û jiyana di bin siya sîstemên destpot qebûl nake û wiha dewam kir: “Lewma dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide vîna gelê azadîxwaz têk bibe. Îsbata vê yekê jî êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ne.”

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Xelîl jî axivî û di şexê şehîdên Qereçox de hemû şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bîranî. Xelîl anî ziman ku bîranîna şehîdên Qereçoxê tê wateya girêdana gel bi nirxên şoreşê û şehîdan û sekna li dijî dewleta Tirk a dagirker. Xelîl, êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk a dagiker bi hevkariya PDK’ê şermezar kir.