Şehîdên Pêngava Reqa – Bagera Cizîrê hatin veşartin

Cenazeyên 5 şervanên Azadiyê yên ku beşdarî Pêngava ‘Cenga Mezin’ a rizgarkirina Reqa û Pêngava Bagera Cizîrê bibûn û şehîd ketibûn, bi merasîmên girseyî hatin veşartin.

QAMIŞLO

Bi hezaran welatiyên katnona Qamişlo, şervanên YPG/YPJ û saziyên civaka sivîl, cenazeyên 2 şervanên YPG`ê Faris Abdullah (Rêzan Qamişlo) û Hesen Yûsif (Alan Cûdî) ên ku li Reqayê şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, veşartin

Gel piştî ku cenazeyên her du têkoşeran wergirtin, bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate destpêkirin. Paştre yek ji Fermandarên YPG`ê Mihemed Zêdan axivî û diyar kir ku armanca ku YPG`ê li ser hatiye avakirin parastina gel bû û fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re esas, girtine.

Li ser navê malbata şehîd Alan Cûdî, apî wî Îbrahîm Şêx Metir axivî û soza şopandina rêya hemû şehîdan da.

Li ser navê malbata şehîd Faris, Hecî El-Kîrat axivî û tekez kir ku bi saya şehîdan wê terora li ser gelên Bakurê Sûriyê bi dawî bibe.

Piştî axaftinan nasnameya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyê her du têkoşeran hatin, veşartin.

SIRÎN

Bi sedan welatiyên herêma Sirînê ya kantona Kobanê cenazeyê şervanê QSD`ê Şiblî Raman (Ebû Ehmed) ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li goristana gundê Til Binat ê başurê navenda bajarê Sirînê, veşartin.

Piştî ku gel cenazeyê têkoşer Ebû Ehmed ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Sirînê wergirt, bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan gundê Til Binat ê başurê navenda bajarê Sirînê.

Li goristana gundê Til Binat merasîm rêzgirtin hate destpêkirin. Piştre jî li ser navê YPG`ê Egîd Kobanê û li ser navê rêveberiya herêma Sirînê Hemad Şêx Hisên, axaftin hate kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîda re xwestin û bal kişandin ku îro bi saya xwîna şehîdan gelên Bakurê Sûriyê destkeftiyan bi dest dixin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Ebû Ehmed ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nasir Hemûd ve hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê têkoşer Ebû Ehmed bi tilîliyên dayikan û dûrişmeyên”Şehîd Namirin” hate veşartin.

TIL TEMIR

Bi sedan welatiyên herêma Til Temir cenazeyên 3’ê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê, li goristana şehîdan a Til Temir û Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê, veşartin.

Merasîma oxirkirina şehîdê Asayîşê Mahir Ehmed, şehîdên YPG`ê Emîr Hemadê (Koçber Til Temir) û Beşîr Hemîd (Akif Berxwedan) li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG û Hêzên Asayîşê ve hate destpêkirin. Piştî merasîmê, ji Rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Riweyda Remedan û Endamê Komîteya Giştî ya Hêzên Asayîşê Hesen Mihemed Hesen û malbatên her sê şehîdan, axivin.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdên re xwestin û tekez kirin ku şehîd dîroka rizgarkirina gelan bi xwîna xwe dinivisînin. Axaftvanan soza dewamkirina rêya şehîdan dan.

Piştî nasnameya her sê şehîdan hate xwendin û radestî malbatên şehîdan hate kirin, bavê têkoşer Mahir Ehmed, Deham Ehmed axivî û ji bo şehadeta kurê xwe serbilindiya xwe anî ziman û soza tolhildanê ji bo kurê xwe û hevreyên wî da.

Piştî merasîm bi dawî bûn, gel cenazeyên Koçber Til Temir û Mahir Ehmed rakirin û bi karwanekî berê xwe dan goristana şehîdan a Til Temir û li wir her du şehîd hatin definkirin.

Her wiha cenazeyê têkoşer Akif Berxwedan bi karwanekî din ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya gundê Berkevirê ya Dirbasiyê ve hate birêkirin û li rex birayê xwe Botan Zinar ku şervanê YPG`ê bû û di berxwedaniya herêma Cizîrê de şehîd bibû, hate veşartin.