Şehîdên Meha Cotmehê li Kobanê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Cotmehê, Îlonê û yek ji fermandarên pêşeng ên PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li Kobanê hatin bibîranîn.

Li Herêma Firatê Şehîdên Meha Cotmah û Îlonê li ser gora xwe ya li Goristana Şehîd Dîcle hatin bibîranîn. Di bîranînê de yek ji fermandarên pêşeng ên PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) jî bi boneya salvegera şehadeta xwe hat bibîranîn.

Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Malbata Şehîdan a Herêma Firatê ve hat lidarxistin. Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Kongra Star a Herêma Firatê Xwînav Xelîl axivî û got: “Şehîdan ji bo jiyenek azad û civakek demokratîk giyanê xwe feda kirine. Em ê heta dawiyê li pey doza wan bin û wê şehîd di giyanê me de bijîn.”

Di berdewama axaftina xwe Xelîl, li ser şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 25’ê Cotmeha 1992’yan de li dijî xiyaneta PDK’ê şer kir û ji bo teslîmî xiyanetê nebe xwe ji zinar avêt û şehîd bû.

Piştî axaftinan sînevîziyona ji aliyê ciwanan ve hatibû amadekirin hat pêşandan.

Piştre li ser gorên şehîdan find hatin vêxistin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.