Şehîdên Komkujiyên Parîsê li Til Barak û Şedadê hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiyên Parîsê li Til Barak û Şedadê hatin bibîranîn. Di bîranînê de bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku komkujiyan ronî bike û sûcdaran ceza bike.

Kongra Star li navçeyên Til Birak û Şedadê ya Kantona Cizîrê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz di salvegera şehadeta wan a 11ˊan de bi bîr anî.

Kongra Star a Şedadê li eywana şaredariyê bi beşdariya xelkê navçeyê semînerek da. Di semînerê de endama Kongra Star Ehlam Mihemed li ser cihê şehîdan axivî û bang li tevahî xelkê kir ku bi nirxên azadî û serxwebûnê ve ku wan her sê şehîdan canê xwe di oxira wan de da girêdayî bin.

Dûre sînevîzyonek li ser jiyana her sê şehîdan hate pêşandan.

Li Til Birakê jî bi dehan xelkê navçeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Endamê Mecîisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ahîn Elî li eywana meclîsa navçeyê semîner bi rê ve bir û tê de li ser rola her sê şehîdan axivî û bang li hikûmeta Fransayê kir ku rastiyê aşkera bikin û sûcdaran ceza bike.

QAMIŞLO

Li gundê Zihêriyê jî bi beşdariya şêniyên gund û endamên Meclîsa Şaredariya Eyn Dîwarê semînerek hate lidarxistin. Di semînerê de endama Meclîsa Jinê ya Şaredariya Eyn Dîwarê Rojîna Temê axivî û behsa jiyana her 3 şehîdan kir. Rojîna wiha got: "Hevrê Sakîne ji jinên kevneşopî û edatên klasîk red dikir û nirxên pîroz ên ji hawrîdora lê mezin bûye, parastin. Li kargehan, ne ji bo pereyan, dest bi têkoşîna xwe kir. Xebata wê li kargehan ji bo naskirina ciwanan, nîqaşkirina bi wan re û rê li pêş wan nîşan bide, da ku tevlî PKKˊê bin û fikrên azad binasin.

Şehîd Fîdan jî li Fransayê di xwendina li komeleyên Kurd de dest bi têkoşîna xwe kir. Endama KNKˊê bû ku navendê wê li Brokselê bû. Di nava civakê de li Fransa, Belçîka û heta Elmanyayê di aliyên siyasî de dihat naskirin, li hember doza jinê hestiyar bû û di gelek forumên navneteweyî de beşdar bû.

Hevrê Leyla Jî endama koma ciwanên Kurd bû û li Fransa û Elmanyayê dijiya."

Semîner bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azad”, “Azadiya jinê azadiya civakê ye” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.