Şehîdên Erka Xweparastinê spartin axê

Bi tevlîbûna sedan şêneyên navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê bi merasîmekê cenazeyê 4 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê li Goristana Şehîdan a Şedadê spartin axê.

Merasîm li Goristana Şehîdan a Şedadê bi tevlîbûna nûnerên sazî û civaka sivîl û welatiyên herêmê amade bûn.

Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Amir Mihemed, Basim Mihemed, Abdullah Mihemed û Ebas Elî yên li gundê Seraciyê yê girêdayî navçeya Deşîşayê li ser sînorê Iraqê li ser erka xwe bûn şehîd bûbûn.

Di merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdan xwendin û rasedestî malbatên wan kirin.

Piştî merasîmê di nav tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina şehîdan de, cenazeyên şehîdan spartin axê.