Şehîdên Berxwedana Serdemê veşartin

Cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Mihemed (Diyar Efrîn9 û Mihemed Mehmûd (Çiya Efrîn) ku di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan Ehrîs a Şehbayê veşartin.

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanên YPG'ê Mihemed Mihemed (Diyar Efrîn) û Mihemed Mehmûd (Çiya Efrîn) yên ku di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bibûn bi merasîmekê girêseyî li Goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê hatin veşartin. Di merasîmê de şehadeta gerîlaya YJA Star Sorxîn Amed a ku di berxwedana Heftenînê de şehîd bibû hate ragihandin.

Şêniyan cenazeyê şehîdên YPG'ê Diyar Efrîn û Çiya Efrîn ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin ku bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Ehemd, endamê rêveber ê Meclîsa Kantona Efrînê Idrîs Weqas û bi navê Yekîtiya Jinên Azad Silava Hisên axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan hate dayîn.

Piştî axaftinan nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya têkoşer Jolyana Xelo (Sorxwîn Amed) a ku di berxwedana Heftenînê de şehîd bibû, ragihand û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîdên YPG'ê Diyar û Çiya di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.