Şehîdên azadiyê bi merasîmeke heybet hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê 3 şervanên YPG’ê ku yek ji wan enternasyonalîst e, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê yê Fransî Fredericheria George Demangao (Gabar Legiotaire) ku li Reqayê şehîd bûbû û cenazeyê Hisên Hisên (Egîd Erûr) yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû û Ebas Xelef (Agirî) yê di encama qezayekî trafîkê de şehîd bûbû, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Girseya gel cenazeyên her sê şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî ji sedan wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin.

Li goristanê cenazeyê şehîdan ji aliyê sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Ji aliyê şervanên YPG,YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve li goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê şervanên enternasyonalîst Çiya Demhat axivî û wiha got; “Piştî komên çete derbasî herêmên bû, ji me hate ku xwestin ku em beşdarî şoreşê bibin. Ji ber ku ev şoreş a biratiya gelan e, bingeha xwe dispêre felsefeya Rêberê Neteweyî Abdullah Ocalan.”

Çiya Demhat di berdewama axaftina xwe, li ser taybetmendiyên şehîd Gabar axivî û ev tişt anî ziman “Şehîd Gabar bi eslê xwe ji Fransa ye, di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de birîndar bû û li Fransayê dihat tedawîkirin. Paşê dîsa vegeriya Rojava û li hember komên terorîst şer kir. Herî dawî li Reqayê şehîd bû. Wesiyeta wî ew bû ku li Rojava were veşartin û va ye îro wesiyeta wî pêk tê.” Demhat soza şopandina xeta şehîdan da.

Li ser navê YPG’ê Mihemed Xêrkê jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku ew ê xeta şehîdan bidomînin û tevahî xaka Sûriyê ji çeteyan rizgar bikin.

Di merasîmê de her wiha, Hevserokê Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm axivî û got; “Ez bejna xwe li hember malbatên şehîdên ku ji bo rûmeta gelan berdên giranbuha didin ditewînim. Em şerê man, exlaq û avakirina insanekî pêşketî li ser fikirê Rêber Ocalan dikin. Serkeftinên heyî berheman têkoşîna şehîdan e. Li ser vê yekê em soza parastina destkeftiyan didin.”

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbata wan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyên hersê şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan hatin veşartin.