Şehîdê QSD’ê Mihemed El-Hesen spartin axê
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed Hesen El-Hesen bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed Hesen El-Hesen bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.
Bi tevlîbûna sedan welatiyên gundewarê rojhilatê Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed Hesen El-Hesen (Cûdî) yê 19‘ê Tîrmehê dema erka xwe pêk dianî şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.
Piştî merasîma leşkerî, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hatim El-Kihêlat û bi navê QSD‘ê Fermanar Mûsa El-Hisê axivîn. Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û rola şehîdan a rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAÎŞ‘ê û afirandina jiyaneke bi ewle û azad destnîşan kirin.
Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan dubare kirin.
Piştî axaftinan nasnameya şehîda Mihemed El- Hesen hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya 13 şervanên QSD û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di pêngavên rizgarkirina herêmê de şehîd bûne eşkere kirin û radestî malbatên wan kirin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne: "Mihemed El-Mihel, Sedam El-Salim, Elî El-Mendîl, Samir El-Fendî, Elî El-Letîf, Umer Ehmed, Selahedîm El-Hisên, Elî El-Xilêf, Mûîn El-Bermûd, Ebdulhemîd El-Fehîman, Îbrahîm El-Xidir, Fadil El-Hîlal û Telal El-Receb".
Şervanan cenazeyê şehîd Mihemed di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.