Şehîdê QSD’ê Yunis El-Eramîd li Hesekê spartin axê

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Yunis El-Eramîd li Goristana Şehîd Rustem Cûdî bi merasîmekê spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şervanê QSD’ê Yunis El-Eramîd (Egîd Dirbêsiyê) ê dema li Zirgatê li ser erka xwe bû şehîd bûbû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirt û ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve çûn.

Li goristanê girseya gel li ser giyanê şehîdan deqeyekê rêz girt, paşê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Salim Salim axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Salim got, Yunis di rêya şeref, namûs û parastina xaka xwe de şehîd ketiye.

Salim diyar ku şehîd Yunis El-Eramîd careke din îsbat kir ku li herêmê biratiya gelan û jiyana hevbeş xwe dide der, ti ferq di navbera Kurd, Ereb, Suryan û Asûriyan de tine ye.

Ji fermandarên QSD`ê Umran Orkêş jî axivî û got: "Em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin, îro careke din xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlşhev dibe, parastina xaka xwe dikin û di dawiyê de dibin sembolên azadiyê. Em ê heta pêkanîna armancên şehîdan şopdarên rêya wan bin."

Li ser navê malbata şehîd apê şehîd Îbrahîm El-Eramîd axivî û destnîşan kir ku şehîd Yunis wekî hemû şehîdên azadiyê di rêya azadiyê û parastina welat de canê xwe feda kiriye.

Piştî xwendina nasnameya şehîd û radestkirina malbatê û şûnde cenazeyê şehdî bi dirûşman spartin axê.