Şehîdê Erka Xweparastinê Zên Ramadan hate veşartin

Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Zên Ramadan ê di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser Girê Spî de şehîd bibû, bi merasîmekê hate veşartin.

Hevseroka Desteya Rêveber a MeclÎsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Îbrahîm El-Qeftan, Hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Îsmat Şêx Hesen, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Hevserokê herêma Firatê Hemdan El-Ebid û bi sedan şênî tevlî merasîma cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG’ê ve destpê kir. Piştre Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwe dû got: “Em destwerdana dagirkeriya Tirk û siyasetên wê yên dijberî gelê me şermezar dikin. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe li dijî herêmên aram îsbat dike ku ew aştiyê ji Sûriyeyê re naxwaze. Her wiha naxwaze gelê me di nav aramî û aştiyê de be."

Ehmed da nîşandan ku wê berxwedana li dijî hemû êrîşên dagirkera Tirk li dijî Bakurê Sûriyeyê bidome. Her wiha Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya êrîşên xwe hewl dide temenê çeteyên DAIŞ'ê ku hema hindek maye li rojhilatê Firatê tune bibin, dirêj bike.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Îbrahîm El-Qeftan jî ev tişt anîn ziman: "Divê em bînin bîra xwe, kiryarên Tirkiyeyê yên dema DAÎŞ'ê sînor kiribû bin serweriya xwe. Wê demê dewketa Tirk guleyek jî neteqand. Lê belê derî û sînor ji wan re vekirin. Ev îsbat dike ku çeteyên DAÎŞ'ê leşkerên dewleta Tirk in û îro Tirkiye hewl dide bi rêya êrîşan wan biparêze."

El-Qeftan wiha domand: "Berê û niha jî em dibêjin em ji danûstandinên ku xwîna gelê Sûriyeyê disekinînin re vekirî ne. Em tenê bi kesên demokratîk û aştiyê ji Sûriyeyê re dixwazin re danûstandinan dikin. "

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdbûnê şervanê Erka Xweparastinê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nav dirûşman de hate veşartin.