Şehîdê Erda Xweparastinê Mihemed spartin axê

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Diyar Mihemed li Amûdê bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Cenazayê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Dilyar Mihemed Welî ku 23`ê Tîrmehê di pêngava paqijkirinê dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ`ê li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê de şehîd bû, ji navend Heyva Sor a Kurd wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana şehîd Ismaîl ketin rê.

Li goristinê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên Erka Xweparastin, YPG û YPJ`ê destpê kir.

Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Feysel Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Dilyar Mihemed Welî re xwest û got: "Em wek hevalên şehîd soz didin em ê tola Dilyar rabikin û li ser rêya wî bimeşin."

Piştre endama meclîsa navçeya Amûdê Xaliyê Hacdi axivî û diyar kir ku divê şêniyên herêmê asta têkoşînê bilind bikin û anî ziman ku gefxwarinên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re wan ji rêya parastina destefteyên ku bi saya xwîna şehîdan pêk hatin, dûr nake.

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Bi dirûşman cenazeyê şehîd diyar spartin axê.