Şehîdê destpêkê yê Til Rifatê: Amîr Hesûn

Beriya bi çend rojan şehîdê pêşî yê Til Rifatê yê Cebhet El Ekrad ê bi navê Amîr Hesûn li Reqayê di şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû. Jiyan û qewîtiya Amîr Hesûn yek ji kurteya wê êşê ye ku dewleta Tirk û komên çete yên bi ser wê ve dane jiyîn.

Trajediya gelê Til Rifatê ku 2012’an kete destê komên çete yên bi ser dewleta Tirk ve û 16’ê Sibata 2016’an ji hêla Hêzên Şoreşger ve hatî rizgarkirin, ji ber sedema êrîşên dewleta Tirk didome.

Şervanê Cephet El Ekrad Amîr Hesûn ku li Reqayê şehîd bû, li ser qewîtiya wî li Til Rifat hate veşartin. Lê ji ber ku dewleta Tirk tim bi topan li Til Rifat dixe tenê ji hêla çend şervanên Cephet El Ekrad ve hate veşaritn.

Hevsera Amîr Hesûn Elaa Hesûn got, "Înşellah rojekê wê topek bi ser Erdodan de bikeve û bi nifirên me tine bibin."

DIÇE TIL RIFATÊ YA KU JI BÎR NEKIRÎ Û TEVLÎ CEPHET EL EKRAD DIBE

Til Rifat 2012’an ketibû destê komên çete yên bi navê ‘OSO’ ku ya bi ser Tirkiyê ve. Çapemeniya Tirk nûçeyeke wiha çêkiribû: "Til Rifat di destê Artêşa Azad a Sûriyê de ye. Ewlehiya me ew distînin. Meclîsa Gel li Til Rifat ava bû."

Piştî ku beşek ji Til Rifat û Sûriyê kete destê çeteyan êşeke mezin dane gelên Sûriyê. Komên çete yên bi navê Lîva Tevhîd, Ehrar Şam, Cephet El Nusra, Sultan Murad û hwd. yên bi ser Tirkan ve Til Rifat kirne zindaneke vekirî.

Çîroka trajîk a malbata Amîr Hesûn li vir dest pê dike, ku birayê wî li Helebê dema leşkeriya mecbûrî dikir dîl dikeve destê El Nusra. Piştî ku Til Rifat dikeve destê çeteyan Amîr Hesûn texmîn dike bê ka wê çi bibe û neçar dimînin ku koçî Helebê bikin.

Weke her kesê ku wî nas dike dibêjin, Amîr tişta ku bi serê birayê wî  tê û Til Rifatê qet ji bîr nake. Dema ku li Helebê ye tim bi wê daxwazê ye ku tola birayê xwe hilîne û Til Rifat azad bibe.

Amîr Hesûn ku ji bo azadbûn û demokratîkbûna Sûriyê hîç hêviya wî ji Rejîma Beas namîne geşedanên Til Rifatê dişopîne. Piştî ku 16’ê Sibata 2016’an Til Rifat ji hêla Hêzên Şoreşger ve tê azadkirin li bajarê xwe vedigere û li vir tevlî Cephet El Ekrad dibe ku di nav Hêzên Şoreşger de ye.

BI HÊRSEKE MEZIN DIÇE REQAYÊ

Amîr Hesûn li vir bi hevalên xwe yên têkoşînê re soz dide ku li Til Rifatê bijî û ji bo azadiya tevahiya Sûriyê şer bike. Hesûn beriya bi salekê dizewice lê piştî ku operasyona Reqayê dest pê dike ji bo tola gel ji çeteyên DAIŞ’ê hilîne dixwaze tevlî operasyonê bibe.

Hevjîna wî Elaa Amîr dibêje dema ku operasyona Reqayê dest pê dike wiha dibêje: ‘’Divê ez lez bikim, divê ez bigihim xilasbûna DAIŞ’ê. Divê yek ji wan kesên ku derbê li wan bixe divê ez bim.’’

Hesûn ku di bi navê Cebhet El Ekrad de bi tabûra Siwar Alfet beriya bi mehekê tevlî pêngava Reqayê bûyî 8’ê Îlona 2017’an nemir dibe.

Fermandarê Hesûn Hebûn Xidro dibêje, "Tim me hêza xwe ya wir dişopand. Hevalan tim behsa şervanî û wêrekiya wî dikir. Ev bû windabûneke mezin, şoreşgerekî dilêr ê Til Rifatî bû."

BI QEWÎTIYA WÎ LI TIL RIFATÊ HATE VEŞARTIN

Hesûn ji roja ku çûyî nav eniyê ve tim ji malbat û hevalên xwe yên çekdar re digot ku ew şehîd bibe bila wî li Til Rifat veşêrin. Li Til Rifatê jidayik bûbû, mezin bûbû û malbata wî li wir şax vedabû. Hesûn ji hevalê xwe re digot, ‘ez şehîd bibim jîg ora min wê zarokên azad ên Til Rifatê slav bike.’’

Amîr li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê pir bihêrs e. Dema ku dewleta Tirk hema hema her roj Til Rifat bombe dikir digot, ‘’wê bi ser nekevin. Til Rifat êdî azad e, bi hezaran top jî bavêjin ev xak a me ye, ya gelên me ye’ û wiha moral dide hevalê xwe.

NEKARÎN BIÇIN SER GORA KURÊ XWE

Amîr Hesûn, 12'ê Îlonê roja Sêşemê bi merasîmekê ji Efrînê ber bi Şehbayê ve hate şandin. Gelê Efrînê şehîdê xwe li ser rê bi rêzdarî silav kir. Gelê Şehbayê jî li Meryemîneyê konvoy pêşwazî kir û li Fafînê bi merasîma leşkerî silav kir.

Û herî dawî anîn Til Rifatê. Hevalên wî, darbesta wî hildan ser milan, anîn mizgefta li Til Rifatê û piştî ku wecîbeyên olî bi cih anîn, li goristana li Til Rifatê veşartin.

Qewîtiya Amîr bi cih hate anîn. Lê belê ji ber ku dewleta Tirk rojane bombe li Til Rifatê dibarîne, ji bilî çend hevrêyên wî kes nekarî biçe goristanê û tevlî merasîma veşartinê bibe.

Ne hevsera wî karîbû biçe, ne jî dayik û bavê wî.

Cephet El Ekrad û malbata wî zanîbûn, ku dema li Til Rifatê civîn an jî merasîm bên lidarxistin, dewleta Tirk yekser topan li herêmê dibarîne. Lewma nexwestin ku li wê derê merasîmeke mezin bê kirin û zerar li gelê Til Rifatê bê.

Bavê Amîr, ku kurekî wî di destê Cephet El Nûsra de dîl girtî ye, ji bo zerar li kurê wî nebe nexwest derkeve pêşberî kamera û biaxive. Lê belê bi van gotinan êş û berpirsyariya xwe anî ziman: "Nekarîbûm biçim ku kurê xwe bispêrim axê. Eger ez biçûma wê malbat tev û gelê Til Rifatê bida dû min û bihata goristanê. Min nexwest firsendê bidim dewleta Tirk ku komkujiyeke din bike."

'ÎNŞALEH WÊ BOMBEYÊN ME JI HEV VEDIQETÎNIN, LI SER SERÊ ERDOGAN JÎ BIBARIN'

Amîr ji aliyê çend hevrêyên xwe ve hate veşartin. Li ber mala wan, konê sersaxiyê hate vedan. Mirovên li vê derê li hev civiyan, nikarin xwe li vê rewşê rabigirin û hêrseke mezin li hemberî Erdogan û dewleta Tirk tînin ziman.

Hevsera wî Elaa got, "Nikarîbûm biçim goristanê û hevserê xwe veşêrim. Ji ber ku Tirkiye topan li Til Rifatê dibarîne. Înşaleh wê top li ser serê Erdogan û çeteyên DAIŞ'ê bibarin. Wan kezeba me şewitand, bila ya wan jî bişewite. Bila tine bibin. Ji ber Erdogan em nikarîbûn biçin ser gorê jî."

Dotmam wî jî got, "Bila Xwedê wan biqedîne. Ji tirsa em li mala xwe jî nikarin bi rehetî rûnên. Mîna îro mirov ji me tên kuştin, lê mixabin em nikarin biçin ser gorên xwe."

Şervanê Cephet El Ekrad ê bi navê Mûhammed got, "Em hevrêyên Amîr in. Ji ber topbaranê hevalan nexwestin ku em bi rengekî komî bisekinin û me nekarî Amîr veşêrin. Ji ber ku dewleta Tirk timî topan diavêje Til Rifatê. Lê em ê ji Til Rifatê dernekevin. Em ê heta dawiyê bajarê xwe biparêzin û dest jê bernedin."

Şervanê Cephet El Ekrad ê bi navê Ebû Nûr jî got, "Bila rehma Xwedê li şehîd Amîr be. Ji bo pêşî li êşkenceya li gelê Sûriyeyê tê kirin bisekine, tevlî Cephet El Ekrad bû. Ji bo tinekirina DAIŞ'ê hêviya wî mezin bû. Bi vê hêviyê û bi daxwazeke mezin çû Reqayê. Îro di dema veşartina wî de me gelek zehmetî kişand. Ji ber ku gel xwest wî bispêre axê. Ji ber topbaranê, em nekarî biçin. Lê em li xaka Amîr in, em li vir in. Em ê vê derê ti carî ji Erdogan re nehêlin."