Şehîda Berxwedana Rûmetê Bekir li Helebê spartin axê

Şervana YPJ’ê Zeyneb Bekir (Tîmaf Serbilind) a di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, bi tevlîbûna bi hezaran kesî li Şehîdgeha li gundê Bîno ya Helebê bi merasîmekê spartin axê.

Bi hezaran şêniyên Helebê beşdarî merasîma cenazeyê şervana YPJ`ê Zeyneb Bekir (Tîmaf Serbilind) bûn, ku di 29`ê Cotmeha 2019`an li bajarê Girê Spî di Berxwedana Rûmetê ya bersivdayîna êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, şehîd bûbû.

Karwana şehîd, ji nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ve ber bi gundê Bino ya ser bi taxa Şêx Meqsûd ve ketin rê.

Li Goristana Şehîdan a gundê Bino deqeyeke rêzgirtinê hate girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê rêveber a meclîsê Mihemed Elî Xilo û li ser navê endamê Meclîsa Serokatiya MSD`ê Mirî Şiblî axivîn.

Di axaftinan de hete destnîşankirin ku armanca dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji êrişan îradeya gelên azad bişkînin. Hate gotin ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê çiqasî planan bikin jî nagihînin armancên xwe.

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Yek ji xizmên şehîd Tîmaf bi navê Fehîma Şêxo di merasîmê de tevlîbûna xwe ya nava refên YPJ‘ê ragihand.

Piştre jî hevalên şehîd Tîmaf Serbilind cenazeya wê rakirin ser milan û di nava tilîliyên dayikan û durişmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedanê, spartin axê.

Şibê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve konê sersaxiyê ya şehîd Tîmaf Serbilind li taxa Şêx Meqsûd bê danîn.