Şehîd Zekeriya Cimo hate veşartin

Şervanê YPG’ê Zekeriya Cimo (Agir Kobanê) li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate veşartin. Di merasîma veşartinê de 9 şervanên şehîd jî hatin bibîranîn.

Bi tevlêbûna sedan kesan li Kobanê şervanê YPG’ê Zekeriya Cimo (Agir Kobanê) yê ku di 11’ê Îlonê de şehîd bûbû, hate veşartin.  Di merasîma veşartinê de 9 şervanên şehîd jî hatin bibîranîn.

Di merasîma veşartinê de li ser navê PYD’ê Ehmed Şêxo banga tevlêbûna pêngava KCK’ê ya ‘Dawî li tecrîd, dagirkerî û faşîzmê bîne, dema pêkanîna azadiyê ye’ kir. Şêxo got ku “Ji bo ku em xwedî li şehîdên xwe û destkeftiyên wan derkevin, divê em têkoşîna li dijî dagirkeran geş bikin.”

Piştî axaftinan şehadetnameyên şehîdan hate xwendin û teslîmî malbatên wan hate kirin.

Piştî merasîmê cenazeyê Şehîd Agir Kobanê bi tilîlî û sloganan hate veşartin.