Şehîd Samîr Xelef û Ridwan Îsa sipartin axê

Endamê Hêzên Ewlekariya Hindurîn Ridwan Îsa û Şervanê Hêzên Parastina Cewherî Samîr Xelef li Hesekê sipartin axê.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundrîn Ridwan Îsa û şervanê Hêzên Xweparastinê Samir Xelef ên ku hefteya borî dema erka xwe bi cih dianîn, şehîd bûbûn, spartin axê.

Şêniyan cenazeyên her du şehîdan ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ku bi wêneyên wan û alên Hêzên Parastina Cewherî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatibû xemilandin, ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve çûn.

Karwanê cenaze li goristanê bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya şervanên QSD, Hêzên Parastina Cewherî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpêkir. Paşê endamê Komîteya Têkikiyên Leşkerî Ebid El-Sayîr axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

El-Sayîr got: "Ev şehîd şehîdên azadî, biratiya gelan û parêzvanên rûmetê ne, li hemberî çeteyên ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin şer kirin û di oxira parastina xaka xwe de canê xwe dan."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Bedrî Hewala diyarkir ku şehîd bedena xwe kirin pireyeke ku gelên herêmê ber bi ewlehiyê ve bibe.

Di merasîmê de Hevseroka Meclisên Herêma Hesekê Kafiya Mehmûd anî ziman ku bi saya keda şehîdan şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê deng veda.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyên şehîdan bi diruşmeyan spartin axê.