Şehîd Mihemed El Îsa li Tebqayê hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Îsa yê ku doh dema erka xwe şehîd bibû, li goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Îsa yê ku doh dema erka xwe şehîd bibû, li goristana Şehîdan a Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin.

Merasîma ku ji ber tedbîrên vîrûsa koronayê tenê malbatên şehîdan û nûnerên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê tevlî bûyîn, bi merasîma leşkerî ya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir.

Endamê Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Şamî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku her perçeyek axa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Şamî bal kişand ser fedekariya şehîdan û diyar kir ku armanca her şehîdekî jiyaneke azad e.

Piştî axaftinan Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Foza Muhammed belgeya şehadetê ya şehîd xwend.

Di dawîya merasîmê de Şehîd Muhammed El Îsa li ber dirûşme û tilîliyên dayîkan spartin axê.